‘Jinwar’ Pîroz Be

Bi hatina Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan re gundê ‘Jinwar’ îro bi awayekî fermî hate vekir.

HESEKÊ-Roja 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan e. Bi vê boneyê û piştî xebatên 2 salan îro gundê ‘Jinwar’ bi merasîmekê hate vekirin.

Bi sedan jinên ji herêmên Cizîr û Firatê bi cilên xwe yên gelêrî, şervanên YPJ‘ê, Asyîşa Jin û jinên saziyên sivîl ên herêma Cizîrê beşdarî merasîma vekirinê bûn.

Merasîma vekirina gund bi vekirina deriyê gund ji aliyê beşdaran ve destpê kir.

Piştre endama rêveber a Komîteya Avakirina gund Rûmet Heval axivî û got: “Îro Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan e. Ev rojek taybet e, ji ber ku berxwedan û têkoşîna jinan rave dike. Piştî xebatên du salan em tekez dikin ku jin dikare xwe bi xwe rêve bibe.”

Rûmet wiha domand: “Hizra avakirina gundê ‘Jinwar’ hizra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Hemû destkeftiyên jinan bi saya fikr û felsefeya wî pêk hatin.”

Ji aliyê xwe ve Berdevka Fermî ya Kongreya Star Evîn Siwêd vekirina gund li hemû jinan pîroz kir û got: “Kar û xebatên ku hatine meşandin weke şirîta fîlmekî di xeyalan me de derbas dibin. Em kêfxweş in, ji ber ku para me di avakirina gundê Jinwar de heye.”

Evîn wiha domand: “Îro roja 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan e. Weke jinên Rojava me xwe di hemû warên civakê de isbat kir. Bi avakirina gundekî taybet bo jinan me hêza jin di afirandina jiyanê li ku derê dibe bila bibe û ew xwedî vîn e isbat kir.”

Her wiha jinên ku li gund bi cih bûne spasiya kedên Komîteya Avakirina gund kirin û endamên komîteyê xelat kirin.

Paşê jinên beşdar di nav gund de geriyan û navendên li gund weke dibistana Dayika Ewêş, Akademiya Jinwar, muzexane û navenda tenduristiyê vekirin.

Piştre şahiyek li dar ket û jinan li ber stranên Erebî û Kurdî xelekên govendê gerandin.

https://youtu.be/lsmtn5NxObU

Nivîsa Pêş