Li girtigeha Tîpa M ya Ceyhanê ev demek dirêj e êrîş û li hember êrîşan jî berxedanek bêhempa heye.
CEYHAN-Li navçeya Edene Ceyhan’ê di girtigeha tîpa M de girtiyên siyasî piştê hewldana darbeyê vir ve di bin zext û zilmek mezin de dijîn. Piştê ku dewleta dagirker bi hewldana darbeyê ku jixwe leyîstika AKP bû, hêzek mezin dest xist, bi vê hêza xwe jî di her derê de dest bi êrîşên Kurdan kir. Ji xwe êrîş di zindana İmralî de li hember Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hat destpêkirin û wir jî belavkirin her qadan re.
Girtiyên siyasî yên ku di girtigehên li Bakur’ê Kurdistan û Tirkiye de dimînin jî para xwe ji van zext, tecrîd û êrîşan stend. Girtiyên siyasî yê ku di zindana Tîpa M ya Ceyhan’ê dimînin dibin zextek mezin de berxwe didin. Girtiyan bi riya malbatên xwe ragihandibûn ku piştê du meh li ser hewldana darbeya meha tirmiha 2016’an derbas bûye êrişekê mezin li ser girtiyan kiribûn û him dest danîtibûn tevahî pirtûk, name, amurên girtiyan him jî girtiyan brindar kiribûn. Rixmê ku gardiyanên girtigehê êrîşa girtiyan kiribû û ew birîndar kiribûn, Dozgeriya Ceyhan’ê giliyên girtiyan redkiribû û di ser de jî ji girtiyên re lêpirsîn hatibû vekirin. Girtiyên Azadiyê piştê vê êrîşê gelek cezayên dsîplînî re rû bi rû mabûn. Ji hinek girtiyan re bi dehan rojan cezayên hûcreyê hatibû dayin, ji hinekiyan re jî cezayê hevditînê hatibû dayîn.
Disa di sala 2017 de gelek caran li ser girtiyan radestî hatibû ferz kirin. Li hemberê vê jî girtiyên azadiyê ketibûn greva birçibûyinê. Her çiqas idareya girtigehê gotibû emê daxwaza we pêk bînin jî lê pişt re di faşizma xwe de ısrar kiribûn. Bavê girtiyê bi navê M.Emîn ADO di hevpeyvinê xwe de anîtibû ziman ku dema ew çûye hevdîtina kurê xwe ji ber birînên ku di êrîşa gardiyanan de çêbûye nasnekiriye.
Di 2018 de ji gelek caran êrîş li ser girtiyên girtigeha Ceyhanê dimînin çêbû. Herî dawî jî jiber ku Girtiyên Azadiyê li ser piyan hejmartinê nepejirandine gardiyanên dewleta dagirker êriş biriye li ser girtiyan û girtiyên siyasî ji hev cuda kirine û avêtine hucreyan. Bavê girtiyê binavê Burhan Çelîk Mehmet Emîn Çelîk got ku kurê wê gotiye ku ”Li vê derê mûameleyên şikandina rûmetê tên kirin. Destûr nayê dayîn em hevalên xwe yên qawîşên din bibînin. Di dema jimartinê de dixwazin hûndirê devê me kontrol bikin. Dem em li dijî vê derdikevin jî, li dijî me mûameleyên xerab dikin. Hevalên me yên nexweş, nabin revîrê. Hejmara li ser piyan ferzî me dikin. Gava emê îtîraz dikin jî, me derp dikin û dikin hucreyên yek kesî. Gardiyan ji nişkan de dikevin qawîşan û me derp dikin. Canê hevalên me hemû şîn û reş bûne. Bi têlan ser baxçeyan girtine. Bi tu awayî me rojê nabînin.”
Girtiyên Siyasî dan xuya kirin ku ew çi bikin bila bikin jî ew ê her tim berxwe bidin. Tu carî wê li hember dagirkeriyê serî netevînin û li hember zextan em ê Serî Hildin. Ji gel, jin û ciwanan daxwaz kirin ku li hember zextên dewleta dagirker li her derê ji girtiyên siyasî re xwedî derkevin. Li gor agahiyên ku ji heremê ajansê me girtiye girtiyên ku li girtigeha Ceyhanê dimînin hemû ciwanin.