Di Kampa Lavrîon yê ku ji hezara 1984 ve di destê Tevgera Azadiyê de ye di pêşengtiya ciwanan de salvegera 40’e mîn damezrandina PKK hat pîroz kirin.
LAVRİON-Di Kampa Lavrîon girêdayê bajarê Yewnanîstan’ê Atîna de di pêşengtiya ciwanan de salvegera 40’e mîn damezrandina PKK bi çoşek mezin hat pîroz kirin. Pîrozbahî re Navenda Çanda Kurdistan, Tevgera Ciwanên Şoreşger, şêniyên Kampa Lavrîonê, komên çepgir û anarşist tevlêbûn. Şahî bi deqqeyekê rêzgirtina ji bo Şehîdên Şoreşê û bi xwendina çerxa şoreşê ve destpêkir. Piştre ji saziyan mevan derketin ser dîkê û ji bo wateya rojê axaftinên xwe kirin. Di navbera axaftinên mêvanan de sloganên ”Serî Hilde, Ciwan fedaiyên Rêber APO ne, Bijî Serok APO” hat avêtin.
Piştê axaftinan peyama Hevserokê Rêveberiya KCK Cemîl BAYIK bi sînevîzyonê hat temaşekirin. Herî dawî Koroya Zarokan û Hunermend Narînxan derketin ser dîkê stran gotin. Şahî bi çoş û moralek mezin bi gerandina govendan qediya.