Komalên Ciwan bi şiyara Serî Hilde TECRÎD BIŞKINE, FAŞÎZMÊ BIRÛXÎNE Û KURDISTAN AZAD BIKE salvegera 40’e min ya PKK pîroz kir.
Em salvegera damezrandina partiya me PKK ku bûye desatana azadiya 40 salî pêşwazî dikin. Di sala 27 Mijdara 1978 de PKK bûye wek tovekê ketiye di axa qedim Kurdistan’ê de û di dilê milyonan de teht avakiriye. Dîsa ji bo ciwanên şoreşger bûye wek qıblegahekê û bûye tevgereka berxwedanê yê ku serdestiya zaliman hilweşandiye. Bi vê esasê di destpêkê de cejna partiye ji Serokê me yê serkeftin û berxwedanê Rêber APO re, ji Gel û Ciwanên Şoreşger re pîroz dikin. Ji Hakî Kareran heya Rêhevalên Delal, Zekî û Atakanan, ji Alî Çîçekan heya Baran Mawa û Mahîr Botanan tevahî Şehîdên me yên leheng birêzdarî bibîrtînin.
PKK ji bo nefret û laneta ku li ser mirovatî tê barandin re wek xezabekê tolhildanê ye, lê di gihiştina nirxên mirovatiyê bi azadi yê re de jî bûye abîdeyekê berxwedanê ye ku nayê hilweşandinê. Ev rastî her roj zêdetir xwe bi ispatkirinê xwe mezin dike. Her çiqas ji derketina xwe vir ve xwestibin biqedinin û ji bo vê ji her cûre deqan re serî lêdabin jî , cûre cûre entrika û komplo pêşxistibin jî, bi êrişên hovane operasyonên tunekirinê meşandibin jî, disa Teknikên pêşketî û artêşên herî mezin yê dîrokê xistibin meriyete jî, PKK bi asta mucîzevî berxwedanek nîşandayînê ve hebûna xwe parastiye. Jiber ku PKK TEVGEREKÊ BİNNAKEVE ye. Di siruc, xweza û bingeha PKK de ev rastiya efsunî veşartiye. Bêguman ê ku vê afirandiye jî di destpêkê de Serok APO û fedaiyên azadiyê Şehîdên lehengin.
Yê ku neyara gelanin, metîngerin û emperyalîstên qirkirnerên fêm nekiriye û fêm nake jî ev rewş e. Bi vê esasê PKK polîtikayên qirêj, bêyom û lanet yên ku di kurahiya taritiya qesran de hatiye plankirin serûbin kirinê besneditiye. Bi têkoşina xwe ya mucîzevî yê 40 salî ve him li Kurdistanê him jî di çavên mirovatî de pêşketinên mezin yên şoreşger ava kiriye. Yê ku metingeran qehr dike jî ev rastiye. İro jî di destpêkê de Kurdistanê de ji her derê ciwanên şoreşger welatparêz, sosyalist bere xwe dabin PKK sedema vê jî ev e.
Bi ketina di sala 41’e min yê partiya me PKK de, ji her deme zêdetir bibiryar, bivîn û birêxistinkirî ji bo her şertên şerê re amade ne û wek fedaiyên dozê Ji bo Rêberê xwe çavê xwe tenê serkeftin û tolhildanê danitiye. Bi vê şiyarê ve bangawazî dikin ku tevahî ciwanên Kurdistanê ji pêngava Serî Hilde TECRÎD BIŞKINE, FAŞÎZMÊ BIRÛXÎNE Û KURDISTAN AZAD BIKE re tevlê bibin û cejna partiye em ê vegerînin cejna berxwedanê.