Ciwanên taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi meşeke mişeleyan tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û salvegera 40‘î ya damezirandina PKK‘ê pîroz kirin.
Bi pêşengtiya ciwanên taxa Şêxmeqsûd a Helebê û bi dirûşmeya “Bi azadiya Rêber Apo û belavkirina felsefeya wî em ê pergala Îmralî hilweşînin” meşek bi mişleyan hat lidarxistin.
Meş ji ber navenda ciwanan a beşê rojavayê taxê dest pê kir. Bi dehan şêniyên taxê beşdarî meşê bûn.
Di meşê de al û sembolên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mişele hatibûn hildan û dirûşmeyên daxwaza azadiya Ocalan dihatin avêtin.
Meş piştî ku li kolanên taxê geriya li Çerxerêya Şehîd Destîna rawestiya.
Rêveberê Yekitiya Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Helebê Reşîd Efrîn axivî û salvegera damezirandina PKK‘ê pîroz kir û got, PKK`ê roleke girîng di belavkirina fikrê demokrasiyê li Rojhilata Navîn de list.
Efrîn her wiha bal kişand ser komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û anî ziman ku komplo bi berxwedana Ocalan di girtîgehê de pûç bû.
Rêveberê Ciwanên PYD‘ê Ednan Reşîd jî axivî û anî ziman ku armanca komplo ew bû ku di kesayeta Ocalan de gelê Kurd tine bikin û wiha got: “Dijminên mirovahiyê tehemula wan ji projeya me ya demokratîk nine, lew re hewl didin mişeleya azadiyê bitefînin, lê wê nikaribin.”
Çalakî bi dirûşmeyên silavkirina PKK‘ê û şermezarkirina tecrîdê bi dawî bû.