Filmê 14’ê Tîrmehê ya li ser berxwedana 14’ê Tîrmehê wê li Sînemaya Salim a Silêmaniyê di 1’ê Kanûnê de bi jêrnivîsa Kurdî bi boneya 40. salvegera demezirandina PKK’ê were pêşandan.
Li Sînemaya Salim a Silêmaniyê wê di 1′ Kanûnê de Filma 14’ê Tîrmehê ya li ser berxwedana 14’ê Tîrmehê ya Girtîgeha Amedê ku Haşim Aydemîr derhêneriya wê kiriye, bi boneya salvegera damezirandina PKK’ê were pêşandan. Rêxistina Niwêger a ji bo Pêşxistina Hunerê pêşandana wê organîze dike. Wê film bi jêrnivîsa Kurdî were nîşandan.
Film wê ji 1`ê Kanûnê heta 7`ê Kanûnê, her roj saet 15.00’an heta 20.00`an li sînemaya Salim a li Silêmaniyê were pêşandan.
Ji bo temaşekirina film li Sînema Salim bilêt tên birin.
Filmê berxwedana 14’ê Tîrmehê ku derhêneriya wê Haşim Aydemîr dike, li ser berxwedana kadroyên pêşeng yên PKK’ê, welatparêzên Kurd û şoreşgerên Tirkiyê ya li dijî zilm û hovîtiya dewleta Tirk li beramber girtiyên li Girtîgeha Amedê kirine, hatiye çêkirin.