DKP/BOG, 40. salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir got, “PKK, li dijî faşîzmê sengera herî pêş a îdeolojîk û leşkerî ye û di heman demê de ‘artêşa têkneçûyiyan’ e.”
Partiya Komunarên Şoreşger (DKP) û Hêzên Yekbûyî yên Azadiyê (BOG) got, “41. salvegera damezrandina PKK’ê ku pêşengê têkoşîna azadî û şoreşa gelê Kurd e û bi dirûşmeya têkoşîn û serkeftinê ketiye sala 41’ê, bi hest û baweriya xwe ya şoreşgerî silav dikin.”
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Têkoşîna ku ev 40 sal in li çar parçe Kurdistan û li dijî dagirkeriyê, nexasim jî li dijî dagirkeriya qirker, faşîst a Tirk, li çiya û bajaran ev têkoşîn tê meşandin û di serî de gelên Kurdistan û Tirkiyê, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bûye hêvî û eniya şoreşger a hevpar.”
‘DI ŞIKANDINA FAŞÎZMÊ DE SENGERA HERÎ PÊŞ A ÎDEOLOJÎK Û LEŞKERÎ…’
Daxuyaniyê wiha berdewam kir:
“Di têkoşîna li dijî mêtîngeriya navdewletî û herêmî û têkoşîna şkandina dorpêçê ya faşîzma AKP-MHP’ê, PKK bûye sengera herî pêş a îdeolojîk û leşkerî. Bi heman awayî bûye çavkaniya tifaqa stratejîk a Tevgera Şoreşger a Tirkiyê û palpişta şerê me yê hevpar ê şoreşgerî.
Vîn, biryardarî, bawerî û wêrekiya ku heta niha PKK’ê di mijarên gerîlatiya sedsala 21’emîn, danehevî û nirxê ku hunerê şer ê şoreşgerî bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ku bi salan e di bin şert û mercên giran de tê tecrîdkirin, partiya serkeftinê, artêşa têkneçûyiyan û giyana berxwedêriya fedaî afirandiye.”
‘EM Ê BI ŞANAZÎ VÊ TIFAQÊ HILGIRÎN’
“Em ê di riya şehîdên xwe Atakan Mahîr û Mehmet Alî Kasirgayan nîşanî me dayî de, li ser bergeha dîrokîbûna şoreşên Kurdîstan û Tirkiyê, li ser xeteke yekbûyî û hevpar, bêyî ku gavekî tenê jî li paş bimînin, bi bawerî û biryardariya xwe, li her cihê em lê ne bi şanazî bibin hilgêrên vê tifaqa bi rûmet.
Em bi tevahiya pêkhateya sazkar û şervanan ve hêzên gerîala ên ku têkoşîna gelê Kurd a azadî û sosyalîzmê, têkoşîna wê ya li dijî mêtîngerî û faşîzmê, têkoşîna şoreş û azadiyê di 41. salvegera PKK’ê de silav dikin û serkeftinê dixwazin.”