Ciwanên Edene yên welatparêz di nav kolanên taxa Şakîrpaşa û Denîzlî de salvegera vejîna PKK pîroz kirin.
EDENE- Li Edene taxa Şakîrpaşa û taxa Denîzlî ku girêdayê navçeya Seyhanê ye ciwanên şoreşger bi slogan û posterên Rêberê Gelan Abdullah OCALAN derketin kolanan û salvegera vejîna PKK yê 40’e mîn pîroz kirin.
Ciwanan bi silogana ‘Bijî Serok APO’ û bi hewayî fîşekan pîrozbahiya xwe berdewam kirin. Lê piştê di demekê şunde polêsên dewleta dagirker tax dorpêç kirin.