Li bajarê Almanya Berlîn’ê di 1’ê Kanun’ê de bi bangawaziya zêdetirî 70 saziyên civakî yên sivîl, akademîsyen û parêzvanên mafên mirovan li hember qedexeyên li ser PKK, qanuna polêsan û nîjadperestîyê meşek mezin were lidarxistin.
BERLÎN-Li bajarê Almanya Berlîn’ê di 1’ê Kanun’ê de li hember qedexeyên li ser PKK, meşek mezin were lidarxistin. Gelek derdorên welatparêz, demokrat, anarşîst, hevalbendên Kurdan, Sosyalîst û aktîvîstên mafê mirovan tevlê meşê bibin. Hat ragihandin ku amadekariya meşê qediyaye. Dirûşma xwepêşandanê jî bi vî rengî ye: “Nabe ku daxwaza azadiyê were qedexekirin -Li dijî qanûna polîsan, li dijî qedexeya li ser PKK’ê û li dijî neteweperestiyê têkoşîna hevpar.”
Meş wê roja Şemiyê saet 12’an li navenda kolanên Neptûnbrûnnen, Rathaûsstrasse û Spandaûerstrasse ya li Alexanderplatzê dest pê bike. ji bo meşa mezin her tişt amadeye.
Bi navê Komîteya Amadekar a Xwepêşandanê daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, “Em bang li alîgirên demokrasî û mafên mirovan dikin ku 1’ê Kanûnê li Berlînê bin.” Her wiha hate ragihandin ku polîtîkaya krîmînalîzekirina Kurdan û nêzîkatiya rastgirî ya hikumeta federal ku qanûna “dewleta polîs” ferz dike, divê werin şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ji sala 1993’an dema ragihandina qedexeya li ser PKK’ê û vir ve bi hezaran kes hatin darizandin, bi sedan kes hatin destgîrkirin, serdegirtin li malên bi dehan kesî hate kirin û hate gotin, “Dewleta polîs ku bi qedexeya li ser PKK’ê tê xwestin bê avakirin û nîjadperestiya ku zêde bûye, ji aliyê mejî ve yek in.”