Di serdegirtina malan a li Gundê Reşa Sebriya ya navçeya Qereyaziyê Aydemîr Oran hat binçavkirin. Esker û tîmên taybet gelek malan serûbin kir.
Esker û polîsên dagîrker serê sibê bi ser gundê Reşa Sebriya ya girêdayî navçeya Qereyaziya Erziromê de girt. Di serdegirtina gund de hemû mal hatin serûbinkirin û eşyayên malan hatin lihevxistin. Serdegirtin nêzî 3 saetan dom kir. Piştî lêgerîna li malan Aydemîr Oran ê der barê wî de biryara girtinê hebû binçav kirin û birin Erziromê.