Ciwanên Sirînê: Em ê serokê xwe azad bikin

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navçeya Sirînê meşiyan.
KOBANÊ- Bi dehan ciwanên şoreşger ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li navçeya Sirînê ya girêdayî bajarê Kobanê li dar xist û nerazîbûna xwe li dijî tecrîda li ser Ocalan nîşan da.

Di meşê de wêneyên Ocalan û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin hildan.

Di meşê de li ser navê ciwanên Sirînê Îsa El-Semrot axivî û wiha got: “Em wek ciwanên şoreşger azadiyê ji bo serokê xwe dixwazin û em tu carî dagirkeriya li ser axa xwe qebûl nakin û em ê her tim li dijî dewleta Tirk a faşîst têkoşîna xwe dewam bikin û em ê neteweyeke demokratîk ava bikin.”

Her wiha li ser navê Kongreya Star a navçeya Sirînê Neîma Mihemed wiha got: “Em îro bi yek rihî em ê li dijî her dewleteke dagirker bisekinin, lê dewleta Tirk her dixwaze projeya biratiya gelan têk bibe lê îradeya me ji kiryarên wan mezintir e.”

Neîma di dawiyê de bang li hêzên navneteweyî kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were sekinandin”.

Meş bi xelekên dîlanê bi dawî bû

Nivîsa Pêş