YPG`ê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker çalakiyek pêk anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê diyar kir ku şervanên wan li Efrînê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker çalakî pêk anî.

NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku şervanên wan li navçeya Bilbilê ya Efrînê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker çalakî pêk anî. Di encama çalakiyê de 2 çeteyên Sultan Murad hatin kuştin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

Di qonaxa duyemîn ya Berxwedana Serdemê li Efrînê de çalakiyên hêzên me yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de 27’ê Mijdarê li gundê Zerê yê navçeya Bilbilê yekîneyeke me li dijî çeteyên koma Sultan Murad çalakiyeke kemînê li dar xist. Di navbera hêzên me û çeteyan de şerekî demkurt qewimî. Di encama çalakî û şer de 2 çeteyên Sulatn Murad hatin kuştin

Nivîsa Pêş