Li bajarê Almanya Berlîn’ê sibê li hember qedexeyên li ser PKK, ciwanên dîasporayê meşek mezin wê derxînin . Gelek derdorên welatparêz, demokrat, anarşîst, hevalbendên Kurdan, Sosyalîst û aktîvîstên mafê mirovan tevlê meşê bibin. Dirûşma xwepêşandanê jî bi vî rengî ye: “Nabe ku daxwaza azadiyê were qedexekirin -Li dijî qanûna polîsan, li dijî qedexeya li ser PKK’ê û li dijî neteweperestiyê têkoşîna hevpar.”
Meş wê sibê saet 12’an li navenda kolanên Neptûnbrûnnen, Rathaûsstrasse û Spandaûerstrasse ya li Alexanderplatzê dest pê bike.
Tevgera Ciwanên Şoreşger bi daxuyaniyeke nivîskî banga beşdarbûna meşê li ciwanan kir. Tevgera Ciwanan bi taybet bal kişand li ser bikaranîna tankên Elman a di dagirkirina Efrînê de û wiha got; “Ciwanên Kurdistanê wê vêya jî tu caran ji bîr neke.”
Tevgera Ciwanan qedexeya PKK’ê ya li Elmanyayê jî bibîrxist û wiha got; “Li Elmanyayê ev 25’ê sal e lid ijî gelê Kurd qedexeya PKK’ê weke çekekê tê bikaranîn û ev berhema vê hişmendiyê ye. Elmanya û DYA ku pêşengên têkoşina azadiya Kurdistanê weke ‘terorîst’ bi nav dike û bi vekirî hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re didin diyarkirin.”
Tevgera Ciwanên Şoreşger di dawiya daxuyaniyê de wiha got; “Em ê destûr nedin ku faşîzma Tirk li Elmanyayê were pêkanîn. Em bang li hemû ciwanên enternasyonalîst û Kurdistanê dikin ku beşdarî meşa 1’ê Kanûnê ya li Berlînê ya li dijî qedexeya PKK’ê bibin û li her derê li dijî faşîzmê serî hildin.”