Bertekên li dijî girtina baregehên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê didomin. Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan yên Êzidî (YJCÊ) jî bi daxuyaniyekê girtina baregehên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê yên bi biryara hikûmeta Herêma Kurdistanê hatîn girtin şermezar kirin.
Daxuyanî li ser navenda Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) hate xwendin. Daxuyanî ji aliyê Endamê YCÊ’yê Leheng Şengalî ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye; ”
“Wekî ku tê zanîn pêvajoya ku em tê de derbas dibin gelê me bi êrîşên pir mezin re rû bi rû ye. Di vê demê de hem li hemberî êrîşên dewleta Tirk a faşîst, hem biryarên Amerîka yên di derbarê hersê şoreşgeran de û hem jî hewildanên PDK ku xwest îradeya gelê me bin pê bike me li ber xwe da. Îro ev êrîşên ku li Başûrê Kurdistan bi destê YNK li ser Tevgera Azadî tê meşandin jî berdewamiya van hewildana ye.
‘Emê têkoşîna xwe bilindtir bikin’
Dewleta Iraqê û herêma Başûrê Kurdistan nêzî guhartin û veguhartinên pir mezin in. Ev êrîş herçiqas wek biryarekî li hemberî saziyên neresmî hatibe nîşandan jî, lê di rastiyê de ev yek di Başûr û li Iraqê de tunekirina hawirdorên ku demokratîk û ji bo mafê gelan têkoşîn dike armac. Îro ev desthilatdariyên herêmî yên xwe pêşkêşî dijminê xwe dikin, heya dawî binpêkirin û tunekirina îradeya vê civakê ji bo xwe esas digrin.Bila dewletên dagirker, hêzên wê yên faşîst û hevkarên wê yên herêmî baş bizanibin, hemû êrîşên we yên li hemberî rêxistinên azadîxwaz ku temsîliyeta gelan dike wê bêbersiv nemîne. Li hemberî hemû cure tunehesibandinên we heta ku desthilatdarî li ser ruyê erdê nemîne emê têkoşîna xwe berdewam û bilindtir bikin.”