Ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger(DGH) û Tevgera Ciwanên Jinên Şoreşger(DGKH) yê Bakurê Kurdistan di gelek cihan de vê hefte li hember fihuşger û firoşgerên tîryakê çalakiyên bibandor pêk anîtin.
NAVENDA NÛÇEYAN-Tevgera Ciwanên Şoreşger(DGH) û Tevgera Ciwana Jinên Şoreşger(DGKH) yê Bakurê Kurdistan li dijî dewleta dagirker yê Tirk di gelek cihan de derbên giran xistin. Di hefteya dawî de li gelek cihên Bakurê Kurdistan û metropolên Tirkiye çalakiyên şewitandina vesaîtan , şevitandina fabrikayen, nivîsandin. li dijî fihuşger û firoşgerên tîryakê cezakirin pêkanîtin.
Çalakiyên şewitandina fabrike û vesaîtan ku ji aliyê dewleta dagirker ve nayê dîtin wekî hinceta ‘şartêl xirabe bû’ û ‘sedema wê nahat zanîn’ ji çapemenî re tê servîs kirin. Di heman demê de jî qirkirinê ku li ser gelê Kurd tê meşandin jî wekî ciwanên şoreşger Kurd tên girtin dide weşandinê. Lê piştê her çalakiyê xwe DGH da xuyakirin ku endamên wan bi ewle vegeriyane cihê xwe
Bilançoya heftane yê çalakiyên DGH’ê wiha ye:
* Di 22 Mijdarê 2018 de li navçeya Peyas yê Amed’ê kesên ku propagandaya Erdoğan,Joh û Pohê dike ji bo armanca hişyar kirinê hatiye ceza kirin.
*Di 23’ê Mijdarê 2018 de yekîneya me ya Şehîd Atakan Mahîr li Taxa Gaziyê ya Stenbolê li dijî wesayîteke dijmin çalakiyeke bi bombeya deng li dar xistiye.
*24 Mijdarê 2018 yekiniyên me Şehîd Serhildan Garzan li Amed’ê kesê bi navê Y. ku karê hêşbirê dikir ji bo hişyarkirinê hatiye cezakirin.
*27 Mijdarê 2018 ji aliyê yekineyên me Şehid Serhildan Garzan li Taxê Korhat, Fatîh, Muradiye çalakiyên nivîs li ser diwaran nivîsandinê pêk hatiye
*28 Mijdarê 2018 Yekineyên me Şehîd Nazelîn Korkut li Êlih’ê ji bo salvegera vejîna Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) çalakiyên nivîsê kirin.
* Li Avcilar navçeya Stenbolê yekiniyên me Depoya Amurên Ceyranê şewitandiye.
*Li Beyoxluya Stenbolê 3 vesaît hat şewitandin
*Li navçeya Stenbol Tuzlayê fabrikayekê ku hilberina boyaxê dikir hat şewitandin.