Li 37 gund û gundikên navçeyên Licê û Hênê ya Amed’ê derketina derve hate qedexekirin.
AMED- Walîtiya dagirker yê Amedê bi daxuyaniyekê diyar kir ku li 37 gund û gundikên navçeyên Licê û Hênê yên Amedê bi hinceta dagirkirina leşkerî qedexeya derektina derve û kolanan îlan kiriye. Walitiyê di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku ji saet 06.00’ê îro û şûnde heta fermana duyemîn qedexeya derketina kolanan îlan kiriye.
Gund û gundikên Hênê yên qedexe lê hatiye ragihandin: Kaledîbî, Akçayûrt, Topçûlar, Yûkari Tûrali, Kalaba, Ûzûnlar, Serenkoy, Başakli, Guzelce, Taşbûrûn, Karapîlyarî, Mezartarlasi, Siraevler, Horsel, Çay, Damlatepe, Uysal, Aşaği Tûrali û Gurbûlak.
Gund û gundikên Licê: Şenlîk, Bîrlîk, Abali, Ergînkoy, Tûzlakoy, Çeper, Daralan, Dûrûkoy, Elmadere, Ağilçik, Akçapinar, Ayaz, Şakan, Boylûca, Dahlik, Alîkahya, Hacimûsabey û Kûtlamiş.