Li Mêrsînê çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan a ji bo piştgiriya Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê îro hatibû destpêkirin.
MERSÎN- Li Mêrsînê çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan a ji bo piştgiriya Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê îro hatibû destpêkirin.
Di van kêliyan ji aliyê Parlamentera HDP yê Mersînê li ser hesabê xwe ya twîtêrê ragihand ku polîsan bi ser avahiya HDP’a Mêrsînê de girtiye û çalakgeran binçav dike. Di derheqa 9 kesan de biryara binçavkirinê heye.
Parêzeran ragihand ku di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ve tê birêvebirin 9 çalakgerên greva birçîbûnê bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” hatin binçavkirin.