Gel û Cîwanên Mexmûrê ji bo erîşên YNK’ê kû li ser baregehê Tevgera Azadiyê daxûyanîyek ji bo reya giştî dan.
MEXMÛR- Gel û Ciwanên wargeha mexmûr’ê ji ber erîşên ser Tevgera Azadiya Başûr ê Kurdistanê daxûyaniyek dan.Gel û Ciwanên wargehê Di daxûyaniya hatîdayîn de helwesta xwe dan nişandan.
Li ser navê Ciwanên wargeha Mexmûrê Bedran Yûrûk daxûyanî xwend,di daxûyaniya hatî dayîn de Yûrûk da diyar kirin kû; ”Divê pêvajoya dawî ku em 41. Salvegera partîya xwe PKK pîroz dikin. Hemberî gotinên dewleta Tirk ya digot “ Me PKK xilas kir, em xilas dikin” li her devera Kurdistanê 41. Salvegera PKK bi îrade , coş û xwedî derketinekê mezin ve hat pîrozkirin. Dewleta Tirk ya faşist ku hemberî vê berxwedanîya mezin har û dîn bûye li her deverê Kurdistanê erîşên xwe berfirehtir kiriye. Li ser Rêbertîya me ku li Kurdistanê rihê berxwedanîyê ji nû ve vejîn kir polîtîkayên girankirina tecrîdê kiriye merîyetê . Di Başurê Kurdistanê de jî hewldidin metîngerîya xwe ya faşist hîn zede belav bikin. Lê ji ber tenê nikarin bi alîkarîya hêzên heremî planên xwe dixin dewrê. Bi alîkarîya PDK –YNK re li axa Başurê Kurdistanê de çêkirina qereqolan, zêdekirina baregehên leşkerî rûyê rast yê metîngerîyê nîşan dide. Gele Başurê Kurdistanê li hemberî polîtîkayên dagirkirina axa Kurdistanê û tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO tê meşandin bêdeng nemaye û di pêşengtîya jin û ciwanan de herîkîne qadan .”
“ Dijmin Ji Rexistinbûyîna Gelê Kurd Ditirse Ji Ber Vê Jî Erîşên Xwe Yê Hovane Pektîne.”
Her wiha Yûrûk di axaftinên xwe da balkişand ser biryara Emerîka û got ; Li hemberî biryara Dewletên Yekbuyî yên Emerîka ku li ser her sê pêşengên partîya me de dabu, ciwan û gelê Başur Kurdistanê helwestê xwe daniye holê û bi îradeyekê mezin xwedî li şoreşgerên xwe derketiye. Dijminê ku ji vê rêxistinbuyina Kurd yê Başur ditirse li ser Tevgera Azadî ku wekê îradeya gel tê naskirin erîşan pêktîne. Heman demê di salvegera 41. ya partîya me PKK de erîşkirana wan jî parçeyekê ji polîtîkayên qirêj yên AKP- PDK- YNK ye. Ev hêzên ku hemberî berxwedana gel tirsîyane hewldidin her cîhî de gelê Kurd têxin bin zextê û bê tevger bihêlin. Ji ber vê yekê li her derê Başûr erîşî Tevgera Azadî kirin.
“Serî Hilde Dijmin Ji Kurdistanê Biqewîtîne”
Dawiya daxûyaniyê de wek Tevgera Ciwanên Mexmûrê Bedran Yûrûk da diyar kirin kû; Em wekê tevgera ciwanên Mexmur dîyar dikin ku pêwîste hemberî erîşên topyekun ên hêzên dagirker taybet ciwanên Başurê Kurdistanê û tevahî ciwanên Kurdistanê xwedî li îradeya xwe derkevin û hemberî dagirkerîya li ser axa kurdistanê rabin ser pîyan . Bila hêzên dagirker bizanibin weke ciwanên Kurdistanê emê tû carî nehêlin hêzên hevkar û îxanetkar bîgîhîjin aramancên xwe yên qirêj. Em weke Tevgera Ciwanên Mexmur û Tevgera Jinên Ciwan piştgirîya xwe ya ciwan û gelê Başurê Kurdistanê re dîyardikin û dibêjin hemberî hemû hêzên dagirker ên faşist emê bi rihê APOGERÎ berxwedanê bilind bikin û bi şiara “serî hilde dijmin ji Kurdistanê biqewîtîne” têkoşîn bimeşînin.