Li bajarê Rojavayê Kurdistan’ê Qamişlo Komcivîna Navdewletî ya ”Qirkirina Etnîk û Guhartina Demografiya Efrînê” 2 roje berdewam dike.
QAMIŞLO- Li bajarê Rojavayê Kurdistan’ê Qamişlo Komcivîna Navdewletî ya ”Qirkirina Etnîk û Guhartina Demografiya Efrînê” 2 roje berdewam dike. Di rûniştina yekemîn a komcivînê ya der barê aliyê siyasî yê qirkirina etnîk û guhertina demografîk li Efrînê de axaftin ji aliyê mamosteyê zanista siyasî û rêveberê navenda lêkolînên Sûrî Xalid Îsa, siyasetmedarê Kurd û serokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan Hatîp Dîcle, pisporê lêkolînên rojhilat û serokê Navenda Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Odo Stein Bach, berpirsê Komîteya Dîplomasiyê ya TEV-DEM’ê Aldar Xelîl, mamosteya dîroka nûjen û pispora karûbarên Îran, Tirkiye û dozên Rojhilata Navîn profesor Fereh Sabirîn, wezîrê mafên mirovan ê hikumeta herêma Kurdistanê û mamosteyê zanista siyasî profesor Mihemed Îhsan û rêveberê bernameya avakirina aştî û hiqûqê li Peymangeha Lêkolînên Mafên Mirovan li Zanîngeha Kolombiyayê David Philips ve hatin kirin.
Di rûniştina duyemîn a Forûmê de wê mijara “Li Efrînê paqijiya etnîkî û guhertina demografîk a ji hêla leşkerî ve’ bê niqaşkirin. Rûniştina ku wê Dr. Ehmed Dûrzî moderatoriya wê bike, wê berdevkê YPJ’ê Nesrîn Ebdullah, nivîskarê Fransiz Patrice Franceschi, berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd biaxivin.