Xwendekarên Zanîngeha Silêmaniyê îro li ber deriyê zanîngehê bi daxuyaniyekê daxwazên xwe pêşkêşî Serokatiya Zanîngeha Silêmaniyê kirin.
SİLÊMANÎ- Xwendekarên nerazî yên Zanîngeha Silêmaniyê îro li ser deriyê Zanîngeha Silêmaniyê daxwazên xwe pêşkêş kirin. Xwendekaran eşkere kirin ku hinek daxwazên wan ji aliyê aliyên peywendîdar ve hatine pêkanîn lê têrê nakin.
Li ser navê xwendekaran Rastgo Qasim daxuyanî xwendin. Di daxuyaniyê de xwendekar daxwaz dikin ku mesrefa xwendekaran were dayîn û wiha tê gotin; “Di serî de zextên ku li xwendekarên nerazî tên kirin bi dawî bibin. Nûnerên xwendekaran bi hilbijartinê pêk were û ji destê partiyan derkeve. Hîn zêdetir destûr were dayîn xwendekar çalakiyên lidar bixin.”
Di dawiya daxuyaniyê de tê gotin ku ji bo daxwazên wan pêk wer in, wê dest bi komkirina îmzeyan bikin û pêşkêşî serokatiya zanîngehê bikin. Herwiha xwendekaran eşkere kirin ku eger di nava mehekê de daxwazên wan pêk neyên wê çalakiyên xwe berdewam bikin.