EFRÎN- Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî dane welatiyê bi navê Xelîl Elî Xalid (57) dema ji gundê xwe Basûtayê diçû bajarê Efrînê da ku berhemên zeviyên xwe bifroşe ji aliyê leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hate girtin.
Çavkaniyan her wiha diyar kirin ku dagirkeriya Tirkiyê berhemên zeviyê Xelîl û erebeya wî desteser kirin û ew birin cihekî ne diyar.