Ciwanên Rojavayê Kurdistanê serdana greva birçîbûnê ya Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê ku li Hewlêrê di roja 13’emîn de didome kir û piştgirî dan grevê.
HEWLÊR- Li Hewlêrê bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û piştgirîdayîna çalakiya Hevseroka KCD’ê û parlementera Colemêrgê Leyla Guven ev 13 rojin greva birçîbûnê didome. Şandeyek ji ciwanên Rojavayê Kurdistanê îro serdana çalakvanên gireva birçîbûnê kirin. Ciwanan di serdanê de piştgiriya xwe ji bo çalakvanan diyar kirin.
Nûnerê grûba ciwanên Rojavayê Kurdistanê Telal Asî têkildarî serdanê ji Rojnews’ê re axivî û got; “Ji bo piştgirîkirina greva birçîbûnê ya nûnertiya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê me ev serdan pêk anî. Emê bi her awayî bibin alîkar. Li Bakûr helwesta Erdogan a li hemberî parlamenter û endamên HDP’ê cihê fikarane. Divê welatên cîhanê li hemberî Tirkiyeyê bêdeng nemînin. Bibin xwedî helwestekî cidî li hemberî van karên xirab ên dewleta Tirk li hemberî HDP’ê dike.”