Li Elmanya ev demek e biryarek giştî hatibû girtin ku flama ya Rêber’ê gelan Abdullah Ocalan û bi giştî alên tevgerên Kurd yên azadîxwaz hatibû qedexekirin. Lê dadgehên Elmanya di derheqa hildana ala YPG’de biryaa beraatkirinê da û got ku ala YPG ne qedexeye.
ELMANYA- Li Elmanya ev demek e biryarek giştî hatibû girtin ku flama ya Rêber’ê gelan Abdullah Ocalan û bi giştî alên tevgerên Kurd yên azadîxwaz hatibû qedexekirin. Lê dadgehên Elmanya di derheqa hildana ala YPG’de biryaa beraatkirinê da û got ku ala YPG ne qedexeye.
Herî dawî jî li bajarê Gelsenkîrchen ê eyaleta Nordrhein Westfalen (NRW) a Elmanyayê, 20’ê Adara 2018’an ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê xwepêşandanek hatibû lidarxistin. Tevî Kurdistaniyan gelek Elman jî tevlî çalakiyê bûbûn. Aktîvîsta Elman Monîka Gaertner-Engel ji bo piştgiriyê bide berxwedana gelê Efrînê ala YPG’ê vekiribû.
Polîsan jî îdîa kiribû ku vekirina ala YPG’ê ‘sûc’ e û êrîşî xwepêşandanê kiribûn û dest danîbûn ser ala YPG’ê. Piştre dozgeriya Essenê li dijî Gaertner-Engel lêpirsîn vekiribû. Dozgeriyê îdîa kiribû ku vekirina ala YPG’ê ‘sûc’ e û xwestibû, bi 200 Euroyî cezayê pereyan li Gaertner-Engel bê birîn.Lê belê, dadgeha herêmî ya li bajarê Gelsenkîrchenê di rûniştina doh de biryar da ku Gaertner-Engel bi vekirina ala YPG’ê re ti sûc nekiriye û bi vî rengî biryara beraatê da. Dadgehê diyar kir, xwepêşandana hatiye lidarxistin eleqeya xwe bi PKK’ê re nîne û YPG li Elmanyayê ne qedexe ye.