Nerazîbunên li hemberî girtina ofîsên Tevgera Azadî berdewam dikin. bi vê boneyê îro Ciwanên Welatparêz li ber derê avahiya Tevgera Azadî ya Kerkukê daxuyaniyek çapemeniyê dan.
NAVENDA NÛÇEYAN- Nerazîbunên li hemberî girtina ofîsên Tevgera Azadî berdewam dikin. bi vê boneyê îro Ciwanên Welatparêz li ber derê avahiya Tevgera Azadî ya Kerkukê daxuyaniyek çapemeniyê dan.
Daxuyanî ji aliyê Nawdar Hisên ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi hêceta nebûna fermiyetê, gelek baregehên Tevgera Azadî hatin girtin. Ev biryar di demek de ye ku Tevgera Azadî ji aliyê Iraqê ve bi awayek fermî hatiye nasandin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li gorî fermiyeta Iraqê, Tevgera Azadî dikare li hemu Iraqê ofîsên xwe veke û kar bimeşêne.
Daxuyanî wiha domkir: “Biryara Hikumeta Herêma Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve hatiye derxistin. Ev biryar bi zextên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)’ê ve hatiye bicihanîn. Ev jî lewaziyek ya hikumetê ye. Ji ber ku hikumetê nekariye heya niha rê li ber dagirkeriya dewleta Tirk ya di nava xaka Başurê Kurdistanê de bigre. Pêwîste Hikumeta Herêmê ji vê biryarê vegere û xizmeta xelkê Kurdistan û mijara netewî bike. Bila ne li dijî vê yekê be, em hemu dizanin dewleta Tirk dixwaze ji bo mijara netewî bi hevkariya PDK’ê nakokî û aloziyê çêke. Dewleta Tirk zemînê şerê birakujiyê çêdike.”
Ciwanên Welatparêz di daxuyaniya xwe de gotin ku divê Yekitiya Nîştiman a Kurdistanê (YNK) rêya Mam Celal bişopînin û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Pêwîste YNK ji bo kongreya netewî alîkar be û li ser rêya Mam Celal bin. Ev biryarek siyasî û ne exlaqiye. Em bi tundî vê helwestê şermezar dikin. Em bang li hemu hizb, aliyên siyasî, rewşenbîr û hemû pêkhateyan dikin daku vê biryarê şermezar bikin û nerazîbunên xwe nîşan bidin.”