Di 5’emîn salvegera qetil kirina rojnameger Kawa Germiyanî de, hêjî binpêkirinên li hemberî rojnamegeran berdewam dike.Di 5’ê Kanuna 2013’an de rojnameger Kawe Germiyanî, li bajarokê Kelar a ser bi Herêma Germiyan, ji aliyê hinek çekdarên nenas ve hat qetil kirin. Îro 5’emîn salvegera qetil kirina rojnameger Kawe Germiyaniye.
NAVENDA NÛÇEYAN- Di 5’emîn salvegera qetil kirina rojnameger Kawa Germiyanî de, hêjî binpêkirinên li hemberî rojnamegeran berdewam dike.Çawa li Bakurê Kurdistan’ê di serdema 90’î de rojnameger û xebatkarên çapemeniya azad ji aliyên kiryar nediyar ve dihat şehîd xistin û hê jî ev metirsî li bakurê Kurdistan’ê hebe li Başur’ê Kurdistan’ê jî ev salên dawî de ev metirsî mezîntir bûye.
Kawe Ehmed Mihemed bi nasnav Kawe Germiyanî, di sala 1979’an de li bajarê Reştî yê İranê ji dayîk bûye. Di sala 1984’ande li bajarokê Kelar dest bi xwendinê kiriye. Piştî ku bavê Kawe hat enfal kirin, ji bo debara jiyana xwe kom bike, dev ji dibistanê berda û dest bi karkeriyê kir.
Germiyanî cara yekem bi wênekêşiyê, di sala 2002’an de dest bi karê rojnamgeriyê kir. Piştî wê bi demê re, dest bi nûçe çêkirinê kir. Di sala 2007’an de bû peyamnêrê rojnameya Awêne û Radyoya Azadî. Piştî wê jî karê peyamnêriyê ji bo rojnameya Rêya Kurdistan kir û piştre jî bû peyamnêrê rojnameya Germiyan.
Di 5’ê Kanuna 2013’an de rojnameger Kawe Germiyanî, li bajarokê Kelar a ser bi Herêma Germiyan, ji aliyê hinek çekdarên nenas ve hat qetil kirin. Îro 5’emîn salvegera qetil kirina rojnameger Kawe Germiyaniye.
Beriya Kawe Germiyanî jî li Herêma Kurdistanê gelek rojnameger hatin qetil kirin. Di 21’ê Temuza sala 2008’an de rojnameger Soran Mame Heme û nivîskar Ebdulastar Mecîd li bajarê Kerkûkê hatin qetilkirin. Ev çend sal jî derbas bû jî hê kujer ne hatiye dîtin û eşkere kirin.
Di 11’ê Gulana 2010’an rojnameger Serdeşt Osman li ser rêya Mûsilê hat qetilkirin, sedemê wê jî rexnekirina siyaseta partiya desthilatdar bû. Serdeşt Osman xwendevanê beşa ragihandin ya zankoya Selehedîn a Hewlêrê bû. Destpêkê bi mirinê hate tehdît kirin û agahiya serokê zanîngehê û Rêveberê polîsan jî jê hebû ku Serdeşt hatiye tehdîtkirin.
Di 13’ê Tebaxa sala 2016’an de peyamnerê RojNews Wedat Hisên Elî li bajarê Dihokê bi awayekî hovane hat qetilkirin. Têgotin ku gelek wêne û heta dîmenê dema qetilkirina Wedat jî hebûye lê, ew bi şêweyek ji holê hatine rakirin. Heya niha jî ti kes bi vê tawanê ne hatiye girtin û binçavkirin.
Li gorî rêjeyan, ji serê sala 2018’an heya niha, 250 binpêkirinê hemberî rojnamgeran hatine kirin. Li Herêma Kurdistanê metirsiya ser jiyana rojnamegeran berdewam dike.