Li navçeya Aydin Încîrlîova’yê li gundê Kizilcakoy gundî li dijî avakirina Santrala Jeotermîk(JES) xwestin nepejirandinê xwe bi bertekê nîşan bidin lê leşkerên dewleta Tirk bi avê şid û gazê êrîşê gundiyan kir.
AYDIN- Li navçeya Aydin Încîrlîova’yê li gundê Kizilcakoy gundî li dijî avakirina Santrala Jeotermîk(JES) xwestin nepejirandinê xwe bi bertekê nîşan bidin lê leşkerên dewleta Tirk bi avê şid û gazê êrîşê gundiyan kir.
Ev demekê dirêje li dijî şîrketên JES’ê berxedanek ji aliyê gundiyên Kizilcakoy’ê ve tê nîşandan. Gundî naxwazin ku bîrên JES’3e di axa wan de were vekirin. jiber vê jî bi rojana di gundê xwe de nobetan digirin. Îro jî gundî kom bibûn ku berteka xwe nîşan bidin, lê leşkerên faşist êrîşê wan kir. Di çalakiya ku hat kirin de jin di pêş de bûn. Di esnaya êrîşê de gelek kes ji ber gazê bandor bûn rakirin nexweşxane yê.
https://twitter.com/i/status/1070225137159540742