Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), doh bi şev korîdoreke ewlehiyê li Hecînê vekirin û nêzî 700 sivîl ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin ku piraniya wan jin û zarok in.
Sivîlên bi qasî 15 kîlometreyan meşiyan û xwe gihandin bendên QSD’ê. Şervanên QSD’ê jî ew veguhastin herêmên ewle.