Ji bo tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah OCALAN çalakiyên greva birçîbûnê li her derê belav dibe. Çalakiya ku ji aliyê Hevseroka KCD Leyla Guven ve hatibû destpêkirin ber bi Evropa ve belav dibe.
NAVENDA NÛÇEYAN- Ji bo tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah OCALAN çalakiyên greva birçîbûnê li her derê belav dibe. Çalakiya ku ji aliyê Hevseroka KCD Leyla Guven ve hatibû destpêkirin ber bi Evropa ve belav dibe.
Roma
Li bajarê Îtalya Roma’yê çalakiya ku ji aliyê 25 kesan ve hatiye destpêkirin berdewam dike. Çalakvanan di cihê çalakî de belavokan belav dikin û bi diruşmên xwe piştgirî didin Leyla Guven.
Den Hagg
Greva birçîbûnê ya li bajarê Den Haag ê Hollandayê, 5 roj in dewam dike. Koma duyemîn çalakî dewr girt.Hevserokê DEMNED’ê Engîn Yûrtsever got ku “Heta ku tecrîd bê şikandin, em ê çalakiyên xwe bidomînin.”
Hîldesheîm
Greva birçîbûnê ya li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê di roja sêyemîn de ye. Di çalakiya ku li Dîe Lînke (Partiya Çep) pêk tê de çalakvanan bi diruşmên xwe piştgirî didin daxwaza Leyla Guven.