QAMIŞLO- Bi dûrişmeya “Em tecrîdê bişikînin, faşîsmê têk bibin û bi azad bi Rêber Apo re bijîn” îro Kongreya Star û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji bo piştgiriya hevseroka KCD`ê û parlamentera HDP`ê ya Colemêrgê Leyla Guven konek li taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo veda.
Di kon de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Leyla Guven, alên Kongreya Star û PYD`ê hatin daliqandin. Di kon de, 70 jin û mêran dest bi greva birçîbûnê kir. Kesên ku dest bi greva birçîbûnê kir, cilên spî ku li ser wêneyên Ocalan hatine xêzkirin, li xwe kirin.
Ji saetên sibê ve jî, bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, endamên saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî serdana kon dikin û piştgiriyê didin çalakgeran.
Kon dê 2 rojan vekirî bimîne. Tê payîn ku Kongreya Star konên piştgiriyê li hemû herêmên Cizîrê vede.