NAVENDA NÛÇEYAN– Li Tirkiye roj naçe ku bi bûyerekê nû ve rû bi rû nemînin. Politikayên serdestên dewleta dîktator a Tirkiye bi skandalên nû dixwaze ku bertekên civakê yê ku li dijî qirîza aborî û bêedeletiyan serî hildina bitepisîne. Raperîna ku li Fransayê ji aliyê Êlekzeran ve hat kirin tirsek mezin di rayedarên faşîst ên Tirk de ava kiriye. Di çapameniya serdestan de û medyaya civakî de ev berxwedan her tim ji raperîna Gezî re tê şibandin. Ya rast ev şibandin bixwe tirsa bin hişmendiya serdestan derdixe holê. Tirsa ku ev raperîn wê derbasî Tirkiye bibe!
Di pêvajoyek wiha de ku dolar û euro ji nû ve bilind dibin, dikan girtin û bihabûna sebze, fêkî, erzak hwd. zêde dibin, ji aliyê din ve jî bi giştî Tirkiye û Kurdistanê de berxwedana grevên birçîbûne ku her roj belav dibe giştî cîhanê çavê serdestan ditirsîne. Ji ber jî dewleta dagirker dixwaze ku bi zext û girtinan pêşiya raperinê bigire.
Ev çend rojên wekê ku lêpîrsînin Gezî’yê ji nû ve tê destpêkirin tevgerandinek heye. Di derheqa kesên ku di raperîna Gezî’de bibûn pêşeng biryarên nû tê girtin. Kesên ku tev lê berxwedana Gezi’yê bûne krîmînalîze tê kirin û ten xwestin ku ji nû ve bên darizandin. Ji xwe osman Kavala bi hinceta ku ji raperîna Gezî re pêşengtî kiriye ev demeke bêhukuk girtiye, lê jiber ku faşizma serdestiya AKP-MHP dixwaze ku çavê bi giştî çepgir, demokrat, rewşenbîr û civakê dijber bitirsîne qaşo ku bi Osman Kavala re têkildarin di derheqa gelek kesan de ji n3u ve biryara lêpirsînê tê dayin.
Di nav vê hefteyê de ji Piştgiriya Taksîm’ê Can Atalay, ji TMMOB’ê Tayfun Kahraman, endamê Meclîsa Partiya SYKP’yê Ahmet Saymadi û ji Sekreteryaya Piştgiriya Taksîm’ê Mucella Yapici banê îfadeyê hatibû kirin. Duh jî di derheqa hunermend Mehmet Alî Alabora û rojnameger Can Dundar de biryara girtinê hate dayîn. Ev her du biryar jî bi hinceta ku Alabora û Dundar tevlê Gezi’yê bûne û ji civakê rakirine ser piyan de hatiye dayin. Dîsa mirov bibîr bixe ku Sirri Surreya Onder’a ku bibû sembola Gezi’yê cezaya ku hatibû dayin hat erê kirin. Di heman demê de cezaya hevserokê berê yê HDP’yê Selahattîn Demîrtaş û parlementera HDP ya berê Îdrîs Baluken ku hê jî wek rehîne tên girtin cezayê wan hate erê kirin. Ruxmê ku AİHM di derheqa Demirtaş te biryara tehliye bê kirin dabe jî bêedeletiya Tirkiye wê berneda bû. Ev bûyerên ku wekê agirekê ketin rojeva Tirkiye û Kurdistan’ê de nîşaneya tirsa dewleta faşist yê ku AKP-MHP serdestî dikine ye. Lê hêjayê gotinê ye ku ”Feydeya tirsê ji ecelê re nîne.”