Li navçeya Stenbol Kûçûkçekmeceyê di Lîseya Kadriye Moroglu de di dîroka 24 Cotmeha 2018 de li dîjî mamosteyekê ku berê destdirêjê kiribû ji aliyê xwendevanan ve protesto hatibû kirin. Xwendevanên lîseyê dixwestin kesê ku destdirêjiyê kiriye were durxistin.
Lê belê miduryeta lîseyê ji biryarekê skandal re imza avêt. Cihê ku kesê destdirêjî(tacîz) kiriye were durxistin, di derheqa 15 xwendekarên ku tev lê protestoyê bûye de cezaya 5 roj ji dibistanê durxistinê da. Ev skandala ku fereseta dewleta faşîst nîşan dide di medyaya civakî de ji gelek aliyan ve tê parvekirin.