Rayedarên leşkerî yên Iraqê soz dan şandeya Êzîdxanê ku deriyê navbera Şengal û Rojava vekirî bimîne û negirin.
ŞİNGAL- Duşemê hikûmeta Iraqê xwest deriyê navbera Şengal û Rojava de bigire, lê li rastê nerazîbûna Şengaliyan hat. Ji bo derî neyê girtin jî şandeyek ku ji PADÊ, Meclîsa Xweser a Şengalê û serok eşîrên Şengalê pêktê, serdana Iraqê kirin û hinek hevdîtin li gel rayedarên leşkerî yên peywendîdar pêkanîn.
Serokê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Emer Salih ku yek ji endamên şandeyê bû, têkildarî naveroka hevdîtina şandeya Şengalê ya li gel berpirsên leşkerî yên artêşa Iraqê ji Rojnews re axivî.
Emer Salih diyar kir ku piştî ku gelê Şengalê nerazîbûn nîşana hewldana girtina deriyê sînor yê navbera Şengal û Bakurê Sûriyê de, me jî pêwîst dît weke nûnerên Şengalê hevdîtinek li gel rayedarên peywendîdar yên Iraqê pêk bînin. Salih diyar kir ku wan di hevdîtinê de ji wan re gotiye eger ew vê rêyê bigirin, wê jiyana gel zehmet bibe.
Salih di dawiya axaftina xwede jî got, rayedarên leşkerî yên Iraqê soz dane şandeyê ku rêya navbera Şengal û Bakurê Sûriyê negirin û ji bo gelê Êzidî vekirî bê hiştin