YPG li ser çalakiyên 5 Kanunê daxuyaniyek da. Hat gotin ku 4 çeteyên Tirk hatin kuştin û 3 jî birîndar bû.
NAVENDA NÛÇEYAN- Di çarçoveya qonaxa duyemîn ya Berxwedana Serdemê li Efrînê, hêzên me di dîroka 5’ê Kanunê de li navenda Efrînê û li navçeya Cindirêsê li dijî komên çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker 3 çalakiyên hemwext yên sabotajê lidar xistin. Di derbarê çalakiyên hatin lidar xistin de;
1. Di dîroka 5’ê Kanûnê, yekîneyeke me li taxa Mehmûdiyê ya navenda Efrînê çalakiyek sabotajê li dijî seyareyek leşkerî yê serçeteyek koma Sultan Murad yê bi navê Hemze Qerha û ajokarê wî pêk anîn. Di encama çalakiyê de serçete û ajokarê wî hatin kuştin û seyare hate rûxandin.
2. Di heman demê de li kêleka navenda Efrînê çalakiyek sabotajê li dijî seyareyek leşkerî ya serçeteyek koma Lîwa el-Şîmal yê bi navê Evdilla el Zirbê hat lidar xistin. Di encama çalakiyê de, li gel ku windahiyên koma çete çêbûn jî, di derheqê hejmara wan de agahiyên zelal bi dest neketin.
3. Di heman rojê de yekîneyeke me li navenda navçeya Cindirêsê ya ser bi Efrînê ve çalakiyeke sabotajê li dijî baregeheke çeteyên Feylaq el-Şam pêk anîn. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.