Çalakiya li avahiya HDP’ê di roja 3’emîn de berdewam dike. Polîsan bi ser avahiya HDP’ê de girtin û lêgerîn kirin.
RİHA- Li Rihayê Rêxistina HDP’ê ya Rihayê bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecridkirina Ocalan, 3 rojan çalakiya greva birçîbûnê pêk anîn. Çalakiya li avahiya HDP’ê di roja 3’emîn de berdewam dike. Polîsan bi ser avahiya HDP’ê de girtin û lêgerîn kirin. Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan, li ser hesabê twîtterê agahî parve kir û diyar kir ku polîsan di roja 3’emîn a çalakiyê de bi ser avahiya HDP’ê ya Rihayê de girtiye û niha lêgerîn dikin.
Piştê vê li gor agahiyan dawî 40 kes hatiye binçavkirin û parlamentera Riha’yê Ayşe Surucu li erdê hatiye kaşkirin. Xwestine ku Ayşe Surucu derkeve derve lê ji ber vê nepêjirandiye hatiye derb kirin.