Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC),ji bo armanca protestokirina tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi şiara ‘’Dem Dema Azadkirina Rêber APO’ye’’ meşa dirêj lidardixin. Ji meşê re bi sedan jinên ciwan tevlê dibin.
DÊRÎK- Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC),ji bo armanca protestokirina tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi tevlêbûna sedan jinên ciwan yê li hêrêma Cîzîr’ê girêdayê Qantona Qamişlo û Hesekê li bajarên Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Amûdê, Til Temir, Tirbêspiyê, Çil Axa, Til Koçer, Til Hemis, Girgê Legê û Dêrik bi şiara ‘’Dem Dema Azadiya Rêber APO’ye meia dirêj lidardixin. Meş ji şaredariya girêdayê Dêrîk’ê Xana Serê destpêkir. Meş ji Xana Ser’ê heya Endiwer(Sînora Rojava-Bakur) berdewam bike. Îro li Dêrik’ê wê mola were dayîn.
Di meşê de jinên ciwan diruşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, û “Jin Jiyan Azadi” avêtin û alên YPG û YPJ û alên Serokatî rakirin.
Meş berdewam dike.