Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC),meşa ku ji bo armanca protestokirina tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi diruşma ‘’Dem Dema Azadkirina Rêber APO’ye’’ lidarxistin roja wê ya yekem dawî bû.
NAVENDA NÛÇEYAN- Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC),ji bo armanca protestokirina tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi tevlêbûna sedan jinên ciwan yê li hêrêma Cîzîr’ê girêdayê Qantona Qamişlo û Hesekê li bajarên Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Amûdê, Til Temir, Tirbêspiyê, Çil Axa, Til Koçer, Til Hemis, Girgê Legê û Dêrik di çarçoveya şiara ‘’Serî Hilde, Berxwe bide, Faşizmê biruxîne’’ bi diruşma ‘’Dem Dema Azadkirina Rêber APO’ye’’ meşek lidardixin. Meia Jinên Ciwan roja xwe yekem dawî kir.
Di meşê de Jinên Ciwan posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalani Sakîne Cansiz û Arîn Mîrkan rakirin û alên YJC û YPJ hildan. Jinên Ciwan bi avêtina diruşmên ‘’ Bijî Serok APO’’, ‘’Bê Serok Jiyan Nabe’’, û ‘’Jin Jiyan Azadî’’ meşiyan.
Meşa dirêj yê ku di seat 11:00 de destpêkir di seat 17:00 de gihîşt bajarê Dêrîk’ê. Meşvanan ji aliye gel li Dêrîk’ê bi diruşman hatin pêşwazî kirin. Meş, li Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger bi govend gerandinê berdewam kir. Piştê ku navber hat dayin sînevîyona li ser jiyana Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hat temaşekirin.
Meş sibê ji Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger berdewam bike heya Eyn Dîwera li ser sînor.