Li welatê Evropa Danîmarka’yê Ciwanên Kurd li dijî tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.
DANÎMARKA– Di pêşengiya Tevgera Ciwanen Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwan de Ciwanên Kurd ji bo piştgirî bidin Leyla Guven yê ku 30 roje li dijî tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah ocalan ketiye greva birçîbûnê li welatê Danîmarka’yê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.
Ciwanên Şoreşger di daxuyaniya xwe de bal kişandin li ser tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Adullah Ocalan û dan xuyakirin ku tecrîd demildest bê rakirin. Di daxuyaniyê de di heman demê bangawazî ji tevahî ciwanan re kirin ku li her derê çalakiyan derxînin û ji Rêberê xwe re xwedî derkevin.