NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihand û Çepemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê encamên şer 24 saetên dawî yên qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya “Şerê Tinekirina Terorê” eşkere kir.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
“Di Şerê Tunekirina Terorê de yê li dijî rêxistina DAIŞ`ê ya terorê li bejahiya rojhilat a Dêrazorê terorîstên DAIŞ`ê êrîşî nûqteyeke şervanên me kirin, şervanên me bersiva êrîşan dan û şer derket, di şer de 12 terorîst hatin kuştin.
Her wiha tîma rakirina mayînan 9 mayîn ku terorîstan bi cih kirin rakirin.
Li aliyekî din jî balafirên Koalîsyona Navdewletî hejmarek bargehên terorîstan kirin hedef û rûxandin.
Şervanên me ji du baskan ve pêş de çûn, piştî şerên giran bi çeteyan re şervanên me li her baskekî /1/ km pêş de çûn û 14 nûqte ava kirin, her wiha hejmarek terorîst kuştin, gelek çekên wan desteserkirin û du mayîn bê bandor kirin.
Balafirên Koalîsyona Navdewletî li hin bargehên terorîstan xistin û erebeyek û hin çekên wan teqandin.
Li eniyek din jî, şervanên me xetên pêş ên parastinê yên terorîtan şikandin û 700 mîtreyan pêş de çûn, her wiha 27 nuqte ava kirin. Li aliyekî din jî 18 nuqte ava kirin û di xebatên lêgerînê de beldozeke terorîstan dîtin.
Li hemû eniyan şer heya vê kêliyên berdewam e.
Encamên dawî yên şer wiha ye:
Hejmara terorîstên hatin kuştin: 30 terorîst.
Windahiyên terorîstan:
Embareke lojîstîk hate rûxandin.
14 bargeh hatin rûxandin.
2 çekên doçkayê hatin teqandin
Erebeyeke terorîstan hate teqandin.
Du beldozer hatin teqandin.
Çekên hatin desteserkirin:
1 Doçka 12.5
1 M16
1 Klaşinkov.
Mayînên hatin bêbandorkirin: 12