Di 1 Kanun’ê de li Berlîn li dijî qedexekirina PKK meşek hatibû lidarxistin. Di vê meşe de ‘Bloka Amerikaya Latîn’ wek rêxistenekê cih girtibû.
NAVENDA NÛÇEYAN- Di 1 Kanun’ê de li Berlîn li dijî qedexekirina PKK meşek hatibû lidarxistin. Di vê meşe de ‘Bloka Amerikaya Latîn’ wek rêxistenekê cih girtibû. Ev koma ku ji enternasyonalên Amerikaya Latîn pêk dihat li dijî qedexeya Almanya li ser PKK bi Tevgera Azadiyê re di nav piştgiriyekê de tev lê meşe bûn. Enternasyonalîstên Latînî bi zimana Îspanyolî diruşma ‘’ Guhdarke Kurdistan, şera te şera me ye’’ avêtin.
Çalakvanên Enternasyonalîst, di vê meşê de bi daxuyaniyekê çima tevlê bûn vegotin.
‘’Em wek kesên nîvkureya başurê cihanê de dijîn û bi baweriya piştgiriya bindestan re tev lê vê meşa li dijî qedexeyê Alman li ser PKK bûn. Di meşê de bi ala xwe ya ku gelen herêmî yê parzemîna me temsil dike tev lê vê meşe bûn. Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê li dijî moderniteya kapîtalist rêyekê cuda pêşniyar dike. Konfederalîzma Demokratîk, Demokrasiya Radîkal, azadiya jin û ekoloji bingeha vê pergala alternatif dike. Ji ber vê jî dewleta Alman wana wek ‘terorîst’ nişan dide.
Em bi piştgirî û yekitiya têkoşînê bi Tevgera Azadî re dixwazîn ku tevahî cihan denge vê şoreşa nû bibihîze. Wekî Ocalan gotî; ‘’Berê her tiştê pêvîste hûn bawer bikin ku ev şoreş pêk were, wekî rêyekê me nîne.’’ Êdî pêvîste ji netew-dewletan re dawiyek bê dayîn; Di parzemîna Amerîka’da, Rojhilata Navîn de û tevahî Cihanê de tu xêr hatî Konfederasyona Netewên Demokratîk.’’