Jinên Ciwanên Azad li bajarê Almanya Kolnê çalakiya afîşkirinê pêk anît. Jinên Ciwan gotîn ku ciwan pêviste Serî Hildin û Rêber APO azad bikin.
KOLN- Jinên Ciwan ên Azad li bajarê Almanya Kolnê li dijî qedexeya li ser PKK çalakiyekê kir. Jinên Ciwan afîşên ku amede kirine li gelek dîwarên bajarê zeliqandin. Din nav van afîşan de di kêleka bi Almanî ‘ xwesteka Azadiyê nayê qedexekirin’ û ‘Berxwedan Xweşîkbûyin e’ bi Kurdî ‘Bi Xwe bûyînê Serî Hilde’ hebû. Afîşekê din yê ku Jinên Ciwan zeliqand jî li ser ala PKK ‘Bêguman PKK’’ hatibû nîvîsandin bû.
Jinên Ciwan ên Azad di daxuyaniya ku ji bo çalakiyê kirin de jî gotin ku; ’ 15 Sibata pêşiya me dibe 20 sal e Rêber APO di zindanê de ye. 8 sal e tecrîdekî giran li ser Rêber APO tê meşandin. Ciwan pêvîste tu carî vê qebul neke, berxwe bide û Serî Hilde.
Êdî Dem Dema Azadiya Rêber APO ye. Di destpêkê de ji jinên ciwan re piştre tevahî ciwanan re bang dikin ku ji bo azadiya Rêber APO Serî Hildin.’