Qedexeya derketina derve ya li 6 taxên Sûr a Amedê hîn berdewam e. Di ser qedexeya li Sûrê re 3 sal derbas bûn lê belê tiştên lê qewimîn hîn jî wekî roja ewil di bîra mirovan de ne. Fahriye Çûkûr ku li Sûrê di 8’ê çileya 2016’an de keça wê Rozerîn Çûkûr (17) li nêzî Dibistana Seretayî ya Suleyman Nazîf hate qetilkirin dibêje ku cenazeyên mirovan tevî kavilan valakirin Çemê Dîcleyê û ne pêkan e ku vê ji bîr bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Qedexeya derketina derve ya li 6 taxên Sûr a Amedê hîn berdewam e. Di ser qedexeya li Sûrê re 3 sal derbas bûn lê belê tiştên lê qewimîn hîn jî wekî roja ewil di bîra mirovan de ne. Fahriye Çûkûr ku li Sûrê di 8’ê çileya 2016’an de keça wê Rozerîn Çûkûr (17) li nêzî Dibistana Seretayî ya Suleyman Nazîf hate qetilkirin dibêje ku cenazeyên mirovan tevî kavilan valakirin Çemê Dîcleyê û ne pêkan e ku vê ji bîr bikin.
Dayik Fahriye Çûkûr qala keça xwe Rozerîn ku weke ‘Gulazer’ pênase dike kir û wiha got: “Rozerîn gula mala me bû. Dilhenûn bû. Ji zarokatiya xwe ve meyla wê li ser xêzkirina wêneyan bû. Ji lêkolînkirinê pir hez dikir. Ji mala heta em digihîştin gund li rê û derdorê diniherî û çîrok dinivîsandin. Wexta em digihîştin gund, diçû li cem extiyaran rûdinişt û sihbet dikir. Gundê me gundekî ermenan e. Ji extiyaran pirsa ‘ji bo çi ev mal vala ne?’ dikir. Wê û mamosteyên zanîngehê nîqaş dikirin. Dersa bîrkariyê hînî hevalên xwe dida.”
Xeyala keça xwe vegot
Di berdewamê de jî dayika Fahriye anî ziman ku xeyalê keça wê ew bû ku bibe psîkiyatrîst û wiha domand: “Dixwest mirov li dora wê bicivin û pirsgirêkên wan çareser bike. Keça min 15 rojan li cem xalê xwe xebitî û bi 300 lîre qezenc kir. Ji van pereyan bi 150 lîreyan pirtûk kirîn, 50 lîre jî ji bo ku ez di zivistanê de ji xwe re qoçikekî bikirim, da min. Niha 2 zarokên min mane. Ez tu caran kuştina Rozerînê qebûl nakim. Dema ku ji min pirsa ‘çend zarokên te hene?’ dikin, ez bersiva 3 zarokên min hene didim. Keça min a mezin zanîngehê dixwîne.”
Çêkirina avahiyên li Sûrê
Dayika Fahriye got ku ji ber vîllayên li taxên Sûrê, gelek ciwan lê hatine kuştin û wiha pê de çû: “Ew bên nûkirin jî, zêr jî bin li ber çavên min ew tenê çop in. Li wir xwîna min rijiyaye. Kîjan roj keys çêbibe dixwazim li wir biqîrim û bibêjim ‘xwîna keça min li vir rijiyaye.’ Li ser xwîna zarokên me vîllayan çêdikin. Ez van vîllayan qebûl nakim. Bila mirov xwe têxin şûna min. Wê derê ji min canek stand. Ez ê vê çawa ji bîr bikim?”
Bi şev çû ber Mînareya Çarling
Di berdewamê de jî dayika Fahriye bi lêv kir ku di 2’yê kanûnê roja salvegera sêyemîn a qedexeya derketina li Sûrê de bi şev bi tena serê xwe çûye Sûrê û ew kêlî wiha vegot: “3 roj berê, bi şev saet di 24.00’an de ez çûm ber Minareya Çar Ling. Ne tiştekî rihet e. Çûm, di nav avê de winda bûm. Ez û kûçikekê tenê li wir bûn. 3 sal derbas bûne lê dîsa jî diçim wir, da biqîrim. Li wir qîriyam; Rozerîn Rozerîn Rozerîn çi bi te hat, Rozerîn çi hat serê te li vir? Paşê dîsa hatim malê. Niha hişê min ne li serê min e. Te dît tu bombeyê dixî nav tiştekî diteqînî. Îcar her ew roj tê bîra min mejiyê min wisa diteqe. Bi dermanan li ser linga me.”
‘Aştî dikare êşa min sivik bike’
Dayika Fahriye daxuyand ku tenê aştî dikare hinek jî be êşa wan sivik bike û wiha derbirî: “Ger aştî çêbibe dê êşa min sivik bibe. Ger xwîn neherike dê êşa min sivik bibe. Ger dawî li vê zilmê bê dê êşa min sivik bibe. Lê hîn jî didome. Her dewam dike dilê min dişewite. Dilê hemû mirovan dişewite. Wexta leşker jî dimirin dilê min dişewite. Pizotê di dilê min de, di dilê dayikên leşkeran de jî heye.”
‘Cenaze di nava kavilan de avêtin Dicleyê’
Dayik Fahriye Çûkûr bertek nîşanî zilma dewletê da û pirsa ‘Temam em bêjin mirov terorîst bûn lê qey ew eşya, ew ax, ew xanî jî terorîst bûn?’ Dayika Fahriyeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xera bûn, hatin şewitandin, hemû rijandin Çemê Dîcleyê. Cenazeyên mirovan di nav kavilan de çûn. Ma pêkan e ku em ji bîr bikin? Wexta kamyon derbas dibûn, min digot ka rabim belkî cenazeyê keça min jî tê de be. Tam 5 mehan li nav çopan ez li cenazeyê keça xwe geriyam. Belê, jiyana xwe ji dest da û çû. Lê doza çi li cenazeyan dikin û nedan me.”
Dixwazin ku kujerên zarokên wan bên darizandin
Dayika Fahriyeyê diyar kir ku keça wê tevî lênûsk û pênûskeke xwe ket nav Sûrê û wiha qala keça xwe kir: “Bila dewlet hesab bide ji bo çi zarokên me hatin kuştin. Ma qey em nizanin ji bo çi hatine kuştin? Em li taxa xwe, li ber deriyê xwe hatin kuştin. Ên zarokên me kuştin bila bên û hesab bidin. Ger dilê dayikekê jê nekiribûn û bi vê re ew dayik bê cezakirin, baş zanibin li cîhanê ew dayik ez im. Ma êdî çiyê min maye? Kezeba min jêkirin. Niha kezeba min tune ye.”
‘Li her tiştî hêrs û xem bar bûye’
Bav Mûstafa Çûkûr jî mîna dayik Fahriyeyê, qewimînên li Sûrê mîna duh tîne ziman. Apê Mustafa da zanîn ku dema ku carna ji bo kirina pêdiviyan diçe Sûrê, hêrs dibe, êşek xwe li wî dipêçe û wiha got: “Hesteke ecêb e. Mirov nikare behs bike. Hêrs û xem li her tiştî bar bûye. Di ser re sal derbas bibin jî ev êş nayê jibîrkirin. Ne keça min, hevala min bû. Rozerînê pir ji Sûrê hez dikir. Carnan li ser hin mijaran me nîqaş dikir. Di 14 saliya xwe de dest bi nivîsandina çîrokan kir. Dixwest pirtûkekê binivîse.”
‘Me bang bikira dê dengê me bibihîsta’
Apê Mûstafa daxuyand ku Rozerîn zaroka wî ya ewil bû û wiha axivî: “Em bi çêbûna wê pir kêfxweş bûbûn. Dema min cenazeyê wê girtî jî heman hîs li min peyda bûn. Çimkî, cenazeyê wê tam 5 mehan li nava Sûrê ma. 10 metre dûrî cihê me lê dest bi greva birçîbûnê kiribû. Ango ewqas nêz bû. Me bang bikira, dê dengê me bibihîsta. Lê dîsa jî me nikaribû cenazeyê xwe bigirin. Herêm hatibû dorpêçkirin. Ji bo em cenazeyên xwe bigirin, tu dever neman me serî lê neda. Her sibeh û êvarê em diçûn dozgeriyê. Dewlet ji bo Rozerînê dibêje ‘terorîsta çekdar.’ Ji ber zarokên me hatin kuştin me gilî kir lê belê hemû jî hatin redkirin. Em mafdar bûn lê em neheq kirin. Der barê min û hevjîna min de 4-5 lêpirsîn hatin vekirin. Lêpirsîn didomin. Em li mala xwe jî nerihet in. Ev rewş hêrsa min zêdetir dike. Hem keça min kuştin hem jî bi ser me de tên.”
Yên ji Amedê dê li ‘vîllayan’ rûnenin
Herî dawî jî bav Mûstafa Çûkûr ev tişt destnîşan kir: “Sûrê bi zêran jî çêbikin, li ber çavê min wê ne Sûra berê be. Halê Sûrê yê berê tiştekî cuda bû. Bifikirin hîn jî di bin wan înşaetan de cenaze hene. Gelo mirovên li wir (vîlla) rûdinin û dizanin ku di bin wan de cenaze hene, dê hîseke çawa li wan peyda bibe? Bawer nakim kesên bibêjin em ji Amedê ne, biçin û li wir rûnin. Li Amedê qeyûm çi dike bila bike, dê ji bo mirovên Amedê tu tişt neguhere. Wê bêje min hawirdor xweşik kir û vîlla çêkirin û wê di televîzyonan de bê nîaşandan. Lê ne yê min, bila biçe li dilê Amedê binihêre bê çi tê de heye. Ji ber dizane dê winda bike, qeyûm weke namzet nîşan da. Serê gavê qereqolek heye, heta em ji taxê diçin nava çarşiyê 4-5 noqteyên kontrolê hene. Ma ev azadî ye? Dibêjin ‘me Sûr paqij kir’, lê ev çi ne? Dawî li Rewşa Awarte hat, lê hîn jî didome.”