ENQERE- Li Zaningeha Enqere di cihêbûyina Cebecî de xebatên nûkirinê ku di meha hezîran de hatibû destpê kirin dawî bû. Piştê xebatan hat zanîn ku derîya esasî yê ku bibû sembola Fakulteya Zanîstî ya Siyasal(Mulkiye) ji ketina xwendevanan re hatiye qedexe kirin.
Hinceta ku hatiye qedexe kirin jî ‘’ Mezinên dewletê tên zaningehê me. Me ji bo wana pêşwazî bikin çêkiriye. Dema xwendevan jî ji vê deriyê dikevin dîmenekê xweş dernakeve.’’ tê gotin. Xwendevanên Fakulteyê li dijî vê biryarê bibertekin. Xwendevanê bi navê Ayşe R. bertekên xwe wiha anît ziman ‘tê xwestin Mulkiye were peritandin. Jixwe şeva ku vekirina salê re hatibû çêkirin jî gelek kes bêhincet negirtibûn hundir.
Ji xwendevanan Mehmet K. jî got ku ’berê xewnên hemû xwendevanan bu ku ji vê deriye derbas bibin, bikevin zaningehê. Ji ber ku êdî bibû sembolek. Lê niha ji bo xwendevanan destur nadîn ev jî cudakariye.’’.Xwendevanan gotin ku emê wan nêzikati û qedexeyan qebul nekin.