Meşa yekîtiya Jinên Ciwan(YJC) ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li Rojava’yê Kurdîstan di roja xwe ya duyem de berdewam dike.
DÊRİK- Meşa dirêj a Yekîtiya Jinên Ciwan(YJC) ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li Rojava’yê Kurdîstan di roja xwe ya duyem de berdewam dike.
Duh Yekitiya Jinên Ciwan bi dirûşmeya “Serî Hilde, Li ber xwe bide, Faşîzmê Hilweşîne, Azadiya Rêbertiyê Pêk bîne” ji gundê Xane Serê yê Derikê ber bi navenda bajar ve meş dabû destpêkirin. Meşa Yekitiya Jinên Ciwan îro li Eyn Diwera ku li sînora Bakur’ê kurdistanê de ye dawî bibe.