Li Parîs jî bû yek ji çalakgerên “êlek zer” ekîba TRT’ê ya ku nûçeyan dişopîne protesto kir û wiha got: “Zilma li welatê xwe nake nûçe tê Parîsê dike nûçe.” Çalakger da zanin ku Macron jî, Tayyîp jî û ew ji tev yek in.
Li paytexta Fransayê Parîsê çalakiya “êlek zeran” a li dijî qeyrana aborî û zema sotemeniyê didome. Li tevahiya kolanên Parîsê û gelek deverên din çalakî pêl bi pêl berbelav dibin. Heta niha bi sedan çalakger hatin binçavkirin. Lê çalakger gavan paşve navêjin. Di çalakiya îro de li Parîsê dîmenek balkêş ê çalakvanek ku ji Tirkiyeyê derket holê. Welatî bi tirkî diaxive û bertek nîşanî ekîba TRT’ê ya ku çalakiyê dişopîne dide.
Welatî bi telefonê dîmen dikişîne û ekîba TRT’ê protesto dike. Çalakvan di dîmenên şermezarkirinê de wiha berteka xwe tîne ziman: “Binêrin hevalno, TRT li welatê xwe tu çalakiyê nade. Zilma li bindestan tê kirin nabîne û nake nûçe. Nûçeya cînayeta karkeran çênake. Lê TRT li Fransayê nûçe çêdike. Macron jî dê biçe, Tayyîp jî dê biçe û hûnê jî biçin.”