Li bajarê Atîna ya Yewnanîstan’ê di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger de greva birçîbûnê di roja xwe ya sêyem de berdewam dike.
ATÎNA- Li bajarê Atîna ya Yewnanîstan’ê di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger de Gelê Kurd û nîşteciyên Kampa Lavrîon’ê greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di roja xwe ya sêyem de berdewam dike. Çalakî ya ku li ber qada Akademia berdewam dike bi 30 kesan ve pêk tê.
Di çalakiyê de ciwanan bi avêtina diruşman û govend gerandinê piştgiriya xwe ya daxawaza Leyla Guven nîşan didin. Ji Ciwanan Serdem Yılmaz got ku ‘Em bi berxwedana xwe tecrîda giran li ser Rêber APO rakin. Ciwan wek hêza ciwakê dikarin li her derê her cure çalakî pêk bînin. Em bang dikin ku tevahî ciwanên Kurd bila Serî Hildin û Rêberê xwe re xwedî derkevin.