Komîteya Ciwan û Werzîşê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê bi dirûşmeya ‘Werzîş beriya ku bibe pêşbirka pêkanîna yekemîntiyê, perwerdekirina giyan e’, Kongreya Yekîtiya Werzîşê ya Damezrîner a Yekemîn li darxist.
REQA– Kongre li stada Firatê ya werzîşê li dar ket. Nûnerên Meclisa Sivîl a Reqa, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, bi dehan werzîşvan, nûnerên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, endamên Komîteya Ciwan û Werzîşê û şandeyên ji Bakurê Sûriyê berşdarî kongreyê bûn.
Kongre bi deqeya rêzgirtin destpê kir. Paşê endamên dîwanê ji 5 endaman ji Komîteya Ciwan û Werzîşê hatin diyarkirin.
Axaftina destpêkê ji hêla endamê Meclisa Sûriyeya Demokratîk Cîhad Umer vee hate kirin. Cîhad wiha got: “Werzîş perwerdekirina hiş û giyan e. Lê dijmin hewl da wê di civaka me de tune bike û bi saya keda ciwanan em ji nû ve vedigerînin herêmê. Tu hêzek nikare me ji hev du cuda bike. Me ev tişt li xendeqan isbat kir û em ê wê li stadan jî isbat bikin.”
Umer wiha domand: “Dema giyana werzîşê ji rihê hevaltiyê dûr be wê demê bê wate dimîne. Bi rihê hevaltî em dikarin werzîşê pêş bixin. Dema terorê herêmê dagir kiribû bi armanca leşkerkirina ciwanan, werzîş qedexe kiribû. Bi rêya kongreyê, em ê ji cîhanê re isbat bikin ku bajar me aram e ruxmî komployên li dijî wê.”
Endamê Meclisa Sivîl a Reqayê Hesen Mistefa axivî û got: “Em vê rojê û avakirina Yekîtiya Werzîşê li hemû werzîşvanan pîroz dikin. Ne girîng e ku tu werzîşvan bî, lê divê tu wê pêk bînî, ev tişt me di dirûşmeya kongreyê de dît.”
Ji aliyê xwe ve endamê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Abdullah El-Şelebî lidarketina kongreyê pîroz kir û spasiya keda hemû kesên ku rolek di lidarketina kongreyê lîstine kir. Her wiha El-Şelebî destnîşan kir ku bi saya QSD’ê terorr ji herêmê hate qewirandin û diyar kir ku lidarketina kongreyê wê rolek girîng di jiyana hemwelatiyan de hebe û ew ê piştgiriya çalakiyên werzîşê di lîstokgehan û dibistanan de û aktîfkirina şarezeyên xwendekaran bikin.
Piştî bidawîbûna axaftinan rêziknameya yekîtiyê ji hêla endama Komîteya Ciwan û Werzîşê ve Fatme El-Xelîf ve hate xwendin û beşadaran bendên rêziknameyê nîqaş kirin.
Li dû wê deriyê hilbijartinê ji beşdaran re hate vekirin û piştî erêkirina beşdaran, 16 endam ji bo Koordînasyona Giştî ya Yekîtiya Werzîşê hatin hilbijartin. Her wiha koordînasyonê wê hevserokatiya yekîtiyê û hevserokên komîteyên girêdayî yekîtiyê(Komîteyên Rêxistinkirin û Têkiliyan, Lîstokên Giştî, Lîstokên Tekekesî, Werzîşa Dibistanê, Werzîşa Jinan, Ragihandin, Malî û avahî) erkdar bike.
Kongrê bi dirûşmeyan bi dawî bû.