Tevî astengiya hêzên ewlehiyê yên Îranê, xwepêşandana xwendekaran a li ber Zanîngeha Taranê ya ji bo piştgiriya xwepêşandana karkerên Îranê û daxwazên xwendekaran didome.
NAVENDA NÛÇEYAN- Weke rojên borî îro jî xwendekaran li ber Zanîngeha Taranê dest bi xwepêşandanê kirin. Hêzên Îranê dor li çalakiya wan kir. Tevî astengiyan jî xwendekar xwepêşandana xwe berdewam dikin.
Xwepêşandan ji aliyê xwendekarên Zanîngeha Taran û Zanîngeha Muderîs a Tewrêz û çend bajarên din ên Îranê ve bi dirûşmeya piştgirîkirina karkeran berdewam dikin.
Xwendekar daxwaza mafê azadiya xweîradekirinê û azadiya siyasetê dikin. Herwiha piştgiriya xwepêşandanên karkerên Îranê dikin.
Herwiha di Roja Xwendekarên Îranê de, Xwendekarê Kolêja Dermansazî, aktîvîstê karkerî û Endamê Desteya Nivîskarên Kovara Gam Esel Mihemedî li mala xwe ji aliyê hêzên Îranê ve hate binçavkirin. Herwiha tê gotin ku li bajarên cuda yên Iranê hinek xwendekarên din jî hatine binçavkirinh.
Di torên civakî de, tê gotin ku li ber deriyê Zanîngeha Taranê di navbera xwendekar û hêzên ewlehiyê de pevçûn û alozî derketiye. Herwiha tê diyarkirin ku hinek xwendekar birîndar bûne û hinek jî hatine binçavkirin.
Xwepêşandana xwendekaran ji 7’ê Kanûnê ve berdewam dike. Xwendekar bi van xwepêşandana piştgiriyê didin xwepêşdan û nerazîbûnên karkeran.