NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandina YPG bi daxuyanikê diyar kirin ku hêzên wan li dijî çeteyên dewleta dagirker a Tirk çalakiyên sabotajê lidarxistine. di çalakiyan de 4 çeteyên girêdayê dewleta Tirk hatine kuştin.
Daxuyanî wiha ye:
Di çarçoveya qonaxa duyemîn ya Berxwedana Serdemê li Efrînê, hêzên me li navenda bajarê Efrînê û gundên girêdayî navçeyên Cindirêsê û Bilbilê 3 çalakiyên bi bandor li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker lidar xistin. Di vê çarçoveyê de;
1. Di dîroka 7’ê Kanunê de, yekîneyeke me li gundê Dêrbelûtê ya girêdayî navçeya Cindirêsê çalakiyeke sabotajê li dijî seyareyeke leşkerî ya koma çete ya bi navê Ehrar el-Şam lidar xist. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin.
2. Di dîroka 8’ê Kanunê de yekîneyeke me li navenda bajarê Efrînê li dijî seyareke çeteyên Ehrar el-Şerqiye çalakiyek sabotajê lidar xistin. Di encama çalakiyê de li gel ku windahiyên koma çete çêbûn jî, di derheqê hejmara wan de agahiyên zelal bi dest neketin.
3. Di dîroka 8’ê Kanunê de, yekîneyeke me li ser rêya gundê Şêxurzê ya girêdayî navçeya Bilbilê li dijî seyareyeke leşkerî ya çeteyên Sultan Murad çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin.