Tê gotin ku Serokê Fransa’yê îro Bi nûnerên êlekzeran hevdîtin bike. Lê di encama hevdîtinê de çi derkeve ne diyar e.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Fransayê çalakiyên ‘Êlek Zer’an dewam dikin. Li Fransayê ji 17’ê mijdarê ve ye bi navê ‘Êlek Zer’an çalakî û xwepêşandan dest pê kirine. Çalakvan bi biryar in ku mafên xwe bi dest bixin û dawî li pêkanînên kêfî yên li dijî gelê Fransayê bînin. Di serî de li Parîs, Toûloûse Saînt-Etîenneyê li gelek bajarên Fransayê çalakî bi tundî derbas bûn. Li gelemperiya welêt di xwepêşandanande 1385 kes ketin ber lêpirsînê, 974 kes jî hatin destgîrkirin.
Wezareta Karên Hundir a Fransayê ragihand, 10 hezar jê polîs 125 hezar kes tev li çalakiyan bûne. Li gorî çavkaniyên polîsan, di dema çalakiyên ‘Êlek Zer’an de gelek wesayît hatin şewitandin, vîtrîn hatin şikandin û ji ber ku bend hatindanîn, êrîş hatin kirin. Tenê li Parîsê 974 kes hatin destgîrkirin.
Tê gotin ku Serokê Fransa’yê îro Bi nûnerên êlekzeran hevdîtin bike. Lê di encama hevdîtinê de çi derkeve ne diyar e.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku çalakger bi biryar in daxwaza mafên xwe dike. Her wiha çalakiya ‘Êlek Zer’an a li Fransayê dest pê kir li bajarên Hollanda û Belçîkayê jî belav bû. Dîsa macarîstan û Arnavutluk’ê jî xwepeşandan berdewam dikin.