Çalakgerên Êlekzer, xwendekarên lîseyê û karkerên çandiniyê jî di nav de gelek çînên civakê bêyî ku li benda axaftina Serokkomar Emmanûel Macron bimînin a ku ew ê vê Duşemê saet di 20.00’an de bike, dîsa dest bi çalakiyan kirin. Tê payîn ku Macron ew ê daxuyaniyên girîng bide.
FRANSA- Di sedan lîseyan de xwendekarên lîseyê ji bo protestokirina reforma perwerdehiyê bi çalakiyan dest bi hefteyê kirin.Di navbera 3-7’ê Kanûnê de herî kêm 200 lîse hatibûn blokekirin. Xwendekarên lîseyê heftaya borî ji aliyê polêsan ve bi dîmenekê skandal hatibûn destgîrkirin. Ji gelek derdor ve ji vê dîmenên skandal re bertek hat nîşandan û gilî hat kirin.
Sendîkaya Yekîtiya Lîseyiyên Neteweyî (ÛNL) diyar kir ku ew ê çalakiyên xwe bidomînin û banga ‘Sêşema Reş’ kirin.
Daxwazên sereke yên Êlekzeran wisa ye:
-Yên ku hatina wan zêde be, bila baceke zêde ji wan were stendin
-Meaşê herî kêm bila 1300 Eûro be
-Li gund û bajaran bila esnaf werin zêdekirin
-Divê meaşê malnişîniyê herî kêm 1200 Eûro be
-Bacên sotemeniyê divê neyên zêdekirin
Hefteya borî herî kêm 125 hezar kes tevlî çalakiyan bûbûn û 89 hezar endamên hêzên ewlehiyê hatibûn peywirdarkirin. Polîsan di rojekê de 974 kes destgîr kiribûn.
Karkerên çandiniyê jî ji ber bac û hatine kêm ew ê dest bi çalakiyan bikin. Sendîkaya Çandiyaran FNSEA awayê çalakiyên xwe eşkere nekir û diyar kir ku ew ê tevlî Êlekzeran nebin.